Di Tuwaletê De sözleri ve alıntılarını, Di Tuwaletê De kitap alıntılarını, Di Tuwaletê De en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Madem tu yê bimira, madem wê hinekan tu bikuşta; min, ji te hez dikir; min; xwe di ber te de ser jê dikir, tu yê neçûya, kuştina te heqê min bû, min ê bi destê xwe tu bikuşta!
Kîjan cara ku ez li sûret dinêrim ez têm kuştin û her ku ez têm kuştin ez bextewar dibim. Ez bextewar dibim ji ber ku ez dizanim her cara ku ez têm kuştin dilê te li min rehet dibe; û ew rehetbûna dilê te dilê min jî li min rehet dike.
Lê di heqîqeta wê de ne ku em ji mirinê ditirsin em xwe jê distrînin; ji ber ku gava em bimirin em ê careke din hew bikarin biêşin em xwe ji mirinê distrînin; ji ber ku em mirinê wek dawîanîna êşan dihesibînim em ji mirinê ditirsin û xwe jê distirînin.