Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Di Tuwaletê De

Rênas Jiyan

En Yeni Di Tuwaletê De Sözleri ve Alıntıları

En Yeni Di Tuwaletê De sözleri ve alıntılarını, en yeni Di Tuwaletê De kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Hebûna min, min diêşîne, gelo tunebûna min jî wê ez biêşandima? Heger fikirînê zewkek an jî 'hez'ek nedabûya min, ez ê dîsa jî bifikiriyama gelo? Na...
Reklam
“Tu qahpik neman û ez li nav girên pêsîrên wan li gora meytê te negerriyam”
Ka destê te? Li dinyayê ji destê te pê ve, tiştekî ku ez xwe pê bigirim nemaye.
Sayfa 25 - BelkiKitabı okudu
Hêsir janê dişon, ji loma ez naxwazim ku ez zêde bigirîm û êşa te ya ku di hundirê min de ye sivik bikim; ez dibêjim qey gava ku ez bigirîm tu yê rondik bi rondik ji hundirê min bar bikî, ez naxwazim ku hundirê min bê te bimîne, ez naxwazim ku hundirê min ji te bişemr bimîne; gava ku tu ji cihokên çavên min weke girî biherîkî derve ez ê vikîvala bimînim, ez bi te mişt im û ez dixwazim ku bı te mişt ji bimînim; lê yê ku xwe ji hundirê min dide valakirin tu yî, ji ber ku tu min digirînî, tunebûna te min bi girî ve dike; an tu bi zanebûn xwe dikî girî û xwe ji hundirê min dirijînî? Alî min neke, xwe neke girî û jana min sivik neke ez bi qurban! Heke di hundirê min de dilê min cih li te teng dike, bêje; ez dilê xwe jê bikim û bikim bi qurbana te!
Sayfa 33 - Belki yayınlarıKitabı okudu
Reklam
Ango jiyana te wê weke porteqaleke tahmsarkî bêmahne bibe.
Sayfa 22 - Belki yayınlarıKitabı okudu
Ku a niha ya herî maqul û biaqil ev dixuye, ji ber ku tu a niha bı tirsê re cengê dikî, tu wê biavêjî jixwe problem wê ki kokê de çareser bibe.
Sayfa 22 - Belki yayınlarıKitabı okudu
Were ez dikim biqedim! Bigihîje ser dilê min! Naga te; ez, dixwazim ku ji ber guran ez vî dilî para te bihêlim.
Sayfa 21 - Belki yayınlarıKitabı okudu
Ku tê bira min mejiyê min diperçive, dilê bin tê ku biteqe. Xwezî weha nebûya, xwezî min weha nekira . Lê çi fêde. Ez şewitîm.
Sayfa 14 - Belki yayınlarıKitabı okudu
Reklam
Hebûna min min diêşîne, gelo tunebûna min jî wê ez biêşandama?
Lê di heqîqeta wê de ne ku em ji mirinê ditirsin em xwe jê distrînin; ji ber ku gava em bimirin em ê careke din hew bikarin biêşin em xwe ji mirinê distrînin; ji ber ku em mirinê wek dawîanîna êşan dihesibînim em ji mirinê ditirsin û xwe jê distirînin.
Kîjan cara ku ez li sûret dinêrim ez têm kuştin û her ku ez têm kuştin ez bextewar dibim. Ez bextewar dibim ji ber ku ez dizanim her cara ku ez têm kuştin dilê te li min rehet dibe; û ew rehetbûna dilê te dilê min jî li min rehet dike.
Hêsir janê dişon, ji loma ez naxwazim zêde bigirîm û êşa te ya di hundirê xwe de sivik bikim
66 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.