Xeyrî dilber hemî 'alem çi cemadat e li min
Ger bidet şu'le bi çu ale cemala te li min
Def û mux'nî û newa nayê kemala te li min
Tu Zîna meclis û suhbet bi xeyala te li min
Şu'leya şemsê tecella digirînit qemerê
Perto Begê Hekkarî
Cîla û seyqela qelban cemal e
Sefabexşê dilan bejna şepal e
Heram e ev bê bezma hebîban
Digel wan badeya safî helal e
Çi lê kim mescid û mihrab û minber
Ji bo te qible ebrûyên hîlal e
Çûye seyra gulşena gulçehreya gulpîrehen
Têk muzeyyen kirne bax û baxçe û deşt û çemen
Meyxwor û meynoş û mest e xafil e ew sîmten
Nîne qet ageh ji halê bilbilê dûrî weten
Ma di hîcran û fîraqê 'aşiqê malik xirab
Perto Begê Hekkarî
Jêrenot:
Gulpîrehen: kirasê gulgulî
Muzeyyen: xemilandî
Sîmten: laşspî wekî sîm(zîv)
Carek binêre alemê
Kî ma nekeftî matemê?
Cin û melek ya Ademî?
Her yek bi yek kirdare çerx
Kes nîne jê nalan nebû
Ya mal reben talan nebû
Ya girtiyê xalan nebû
Her çî demek bû bare çerx
Sultan û paşa û wezîr
Axa û şah û xan û mîr
Kî ma nebû jar û esîr
Encamê vê xeddare çerx
Perto Begê Hekkarî
(1756-1825)
Çerx: dinya