Kanî xemla gulçînê
Kanî şewqa şêrînê
Tev bû cobara xwînê
Mîr Bedirxanê mi çû
Kanîn piling û bazî
Dest li ser şîrê tazî
Nema ew serfirazî
Qazî û Pîranê mi çû
Serjîr û kerr û gêj im
Brîndarek ji mêj im
Lew şev û roj dibêjim
Ax Kerîm Xanê mi çû
Felek mala te n'ava
Werandî xemî zava
Bêxew jan da hinava
Zanim dermanê mi çû
Were pêsber felek tu
Bo çi li min dutayî
Tac û birca belek çû
Ji bo me tim wisa yî
Xweş xortekî ciwan bûm
Bê guneh û zîyan bûm
Îro bo çi nezan bûm
Hiş û mejî nemayî
...
Kurdê me ger nepirsin
Çi zanin ku çi cinsin
Hetta ku ew bitirsin
Nabînin tac û kursî
Bipirsin hûn li dîrok
Ciwan û pîr û zarok
Ji bo xwe bikin çîrok
Tev bixwînin bi dersî
Doza welat winda nekin
Doza welat pir baş e
Herdem û çax lê meyze kin
Da hûn nebin şaş e
...
....
Bêxew û dil şewat bin
De'wedarê welat bin
Bêxew û bê tebat bin
Her çax bikin dabaşe
Mela her xwendevan e
Belê çi bikim nezan e
Hûn rêberê Kurdan e
Rast Bimeşin Melano
Bes e bikin xebatê
Hûn jî bigrin civatê
Hewqas neçin zekatê
Rast bimeşin melano
Rojek ji bona millet
Yekê ji bona axret
Kurdistan bûye sed qet
Rast Bimeşin Melano
...
...
...
Kanî Kurd û Kurdistan
Mela bi feqîra ve man
Bêxew dibê ey eman
Rast bimeşin Melano