Kurdê me ger nepirsin
Çi zanin ku çi cinsin
Hetta ku ew bitirsin
Nabînin tac û kursî
Bipirsin hûn li dîrok
Ciwan û pîr û zarok
Ji bo xwe bikin çîrok
Tev bixwînin bi dersî
Kanî xemla gulçînê
Kanî şewqa şêrînê
Tev bû cobara xwînê
Mîr Bedirxanê mi çû
Kanîn piling û bazî
Dest li ser şîrê tazî
Nema ew serfirazî
Qazî û Pîranê mi çû
Serjîr û kerr û gêj im
Brîndarek ji mêj im
Lew şev û roj dibêjim
Ax Kerîm Xanê mi çû
Felek mala te n'ava
Werandî xemî zava
Bêxew jan da hinava
Zanim dermanê mi çû
Mela her xwendevan e
Belê çi bikim nezan e
Hûn rêberê Kurdan e
Rast Bimeşin Melano
Bes e bikin xebatê
Hûn jî bigrin civatê
Hewqas neçin zekatê
Rast bimeşin melano
Rojek ji bona millet
Yekê ji bona axret
Kurdistan bûye sed qet
Rast Bimeşin Melano
...
...
...
Kanî Kurd û Kurdistan
Mela bi feqîra ve man
Bêxew dibê ey eman
Rast bimeşin Melano
Doza welat winda nekin
Doza welat pir baş e
Herdem û çax lê meyze kin
Da hûn nebin şaş e
...
....
Bêxew û dil şewat bin
De'wedarê welat bin
Bêxew û bê tebat bin
Her çax bikin dabaşe
Rûyê me ji xeyrî xwo bizivirîne Xuda
Tu rasterîyê bo wî binexşîne Xuda
Muhtacî kesê dî neke me ji xeyrî xwe qet
Berê me bi nik xwo ve bikêşîne Xuda
Mihemed Şewqîyê Xanî
Baxê Îrem
Dil xaneyê derdek elîm
Hem zemherîr û hem cehîm
Ahim ji dest berda hemîm
Kes vê sirrê rê nabetê
Durrefşanî bilbil tu yî
Xweştir ji 'itra gul tu yî
Mehrem û Ke'ba dil tu yî
Ey şa'irê mes'eletê
Durrefşanî
Jêrenot
Elîm: bikeder, bielem
Zemherîr: (li gor îslamê) agirek sar e li dojehê, cihê herî sar ê dojehê
Cehîm: cehennem
Hemîm: xwelî, ax û berên volkanê
'Itr: giyayekî bêhnxoş
Baxê Îrem
Hale vedan çerx û felek
Ebrû kemana çav belek
Teşbîhê min kuştin gelek
Feryad û efxan sed eman
Feryad û efxan min xerîb
Her tên ji ber cewra reqîb
Me ji zehmet û hecra hebîb
Nalî gehane asmanan
Xerîbî (1784 -1821)
Cewra reqîb: Ezîyeta ji ber reqîbê
Hecra hebîb: Derdê heskirîyê