Nisebîna rengîn
Bû hewar û qerîn
Min got: "bira j'bo çi?"
Ev nalîn û girîn
====
Bezîm ez bi lez
Wek dîn û serxweş
Min go hey dinyayê
Bextê me çi reş e...
Çavê belek, biskê xelek
Li ser wî rûyê şêrîn
Nayê jibîrkirin ew yar
Winda nabe ew zêrîn
Ji rojhilat yan ji rojava
Ji kîjan alî hatiye?
Got çima tu dipirsî
Ew bi eslê xwe Torî ye..
dayê ez diçim vaye ez diçim
divê ez bêjim lê ez ditirsim
û benda min in xortên ciwan
ji mirinê ez natirsim
lawo here kurê min here
dil û canê min gorî ji te re
ev daxwaza te ji min xwestî
gerek min gotibana ji te re
bijî dayê her dem tu bijî
ji bîr nakim gotinên te jî
eger şehîd ketim dayê
ser bilind be tu bi min jî
ji hawarên jin û kalan
ji giriyên van mindalan
ez narazim ji mitalan
divê herim dayê ez herim