Dîlber Haco

Dîlber Haco

Yazar
9.0/10
1 Kişi
·
3
Okunma
·
1
Beğeni
·
28
Gösterim
Adı:
Dîlber Haco
Doğum:
1948
Li rojavayê Kurdistanê, sala 1948an li gundê Otilche hatiye dinyayê. Zaroktiya wê li bajarê Dirbêspiye derbas bûye, pişt re derbasî bakurê Kurdistanê dibe û ji wir diçe, li Stembolê bi cih dibe. Nêzîkî deh salan jiyana xwe li wir derbas dike. Piştî Stembolê diçe Ewropa û li wê derê bi temamî dimîne. Ji sala 1990î ve bi malbata xwe re li Norwecê dijî.
dayê ez diçim vaye ez diçim
divê ez bêjim lê ez ditirsim
û benda min in xortên ciwan
ji mirinê ez natirsim

lawo here kurê min here
dil û canê min gorî ji te re
ev daxwaza te ji min xwestî
gerek min gotibana ji te re

bijî dayê her dem tu bijî
ji bîr nakim gotinên te jî
eger şehîd ketim dayê
ser bilind be tu bi min jî

ji hawarên jin û kalan
ji giriyên van mindalan
ez narazim ji mitalan
divê herim dayê ez herim
Çavê belek biskê xelek li ser ruwê şêrîn
Va ye ji bîr kirim ew yar winda nabê şêrîn heval
Ji rojhilat ji rojava ji kîjan alî hatîye
Got çîma tu dipirsî ew bi eslê xwe torî ye
Welatê min şêrîn delal
Tu bes menale
Va em hatin ref û bera
Û komê hevala

Geziyê te dirêjin gidiyê
Wek fetlê mara
Biskê te daketne li xwar
Ser qulpê guhara
Yazara henüz inceleme eklenmedi.

Yazarın biyografisi

Adı:
Dîlber Haco
Doğum:
1948
Li rojavayê Kurdistanê, sala 1948an li gundê Otilche hatiye dinyayê. Zaroktiya wê li bajarê Dirbêspiye derbas bûye, pişt re derbasî bakurê Kurdistanê dibe û ji wir diçe, li Stembolê bi cih dibe. Nêzîkî deh salan jiyana xwe li wir derbas dike. Piştî Stembolê diçe Ewropa û li wê derê bi temamî dimîne. Ji sala 1990î ve bi malbata xwe re li Norwecê dijî.

Yazar istatistikleri

  • 1 okur beğendi.
  • 3 okur okudu.
  • 1 okur okuyacak.