Kû van letîfan gul'izar şûna gulan restîne xar
Lew tên ji bilbul ah û zar nêva cihê gulzarê çerx
Şîrove: Ka ew bedewên nazik î çehregul li kû ne, ku li şûna gulan strî şîn bûne û ji ber vê jî di nav baxçeyê gulan yê çerxa felekê de axîn û zarîna bilbulê evîndar e.
Melayê Cizîrî
Jêrenot
Kû: li kû
Letîf: nazik û bedew
Gul'îzar: çehregul, gulçehre
Restîne: şînbûne, çêbûne
Xar: strîn, dirî
Ah û zar: axîn û zarîn
Gulzar: baxçeyê gulan, gulbaxçe
Çerx: dinya
‘Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e ‘îd
Ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil be‘îd
‘Îd e û da ‘alemê bangê sefayê xas û ‘am
Mahê new ebrû numandin çû ji ber ‘ewr û xemam
‘Îd e û mîrê me îro dergehê lutfê vekir
Go Mela hingî bixwazî dê bidim bes tu bixwaz
Wek Melê gavek tinê xayib ji dîdarê nebim
Wer bibim wê sa'etê lê bin ji min da sed selam
Melayê Cizîrî
Jêrenot
Be‘îd: dûr
Menzil: qonax
Xas û 'am: giregir û xelk
Mahê new: heyva nû
Xayib: winda
Ne ku wek teyr ji mujên te bibarin peykan
Ji birînên di dilê şubhetê xerbal-i çi hez
Kurtemane: Ger sertîrên(peykanên) ku weke refên tilûran li dilê me bên reşandin ne ji bijangên(mujên) te bin, çi para me di birînên wî dilê weke bêjingê(xerbalê) qulqulkî de heye?
Melayê Cizîrî
Jêrenot:
Teyr: refê tilûran, refê balindeyan
Muj/muje: bijang, mijûlank
Peykan: tîr, sertîr
Şubhet: mîna, weke, fena
Xerbal: bêjing, moxil
Şîrê elmasî kişînit tu ji lami' de xeber
Vekirit huqqeyê yaqûtî ji gewher meke behs
Şîrove: Dema dildar berê xwe da me û bi çavên xwe yên rohnî li me nihêrt hingê tîrêj û çiriskên çavên wê tîrêj û rohniyên birûskê winda kirin û dema ew mijûl bû peyvên wê jî nirx û giranbihayiya gewher û yaqûtan ji holê rakir.
Melayê Cizîrî
Rind î bi xwe qend î we şêrîn î we şepal î
Qenc î û bi xenc î û bi naz î û delal î
Mehbûbê li text î û bi rext î bi xwe bext î
'Umrê te me ra bit sed û deh salê hilalî
Melayê Cizîrî
xenc: xwe delalî kirin, naz
qend: şekira lib lib
Yaqûtîfiroşan di kef elmas-i şikestin
Ev sefheyê elmasî ku neqqaşî reqem da
Encama maneyê: Gava Xwedê rûyê dildarê yê wek elmaseke spî û paqij bi nexş û nimûş gerand û bi çav û birûyan, bi dêmên sipehî û yên din ediland, hingê bihayê kevirên yaqûtî di destên yaqûtfiroşan de daket û ji ber wê rûyê rind î bedew, bê rewac man.
Melayê Cizîrî
Me ji bil husn û cemalê çi xerez
Bê cemalê ji peyalê çi xerez
Ger ne teşbîhê du birhên te bitin
Me di 'îdan bi hîlalê çi xerez
...
Qestê wehdet dikirit rûh-i bi rûh
We 'r ne 'aşiq ji wisalê çi xerez
Leşkerê 'alem meger yekser te dijmin bin Mela
Xem bi mûyek nakişînî ger te dilber yar-i bit
Kurtemane: Ey "Mela" ger ku dildara te bi te re dost û yar û rast be leşkerê temamê cihanê neyarê te be jî dîsa bi qandî yek mûyekî jî xem nake û tu çu minet jî ji wan hilnayinî.
Encama maneyê: Ey "Mela" erke sipah û leşkerên cihanê giş neyarê te bin jî bes evîndara te bi dil û can ji te hez bike û bi te re rast û dost be, hingê tu xem û kul ji te re çênabin, bi qandî yek mûyekî jî tirs û bizd nakeve dilê te û tu çi minetan ji wan hilnaynî.
Melayê Cizîrî
Guftên Mîr:
Ji neş'a badeya kasê
bi zat ez xerqê 'urfan' im
Bi wê camê bi wê tasê
sifetkesra we xaqan im
Ji berqa xemzeelmasê
li textê dil Suleyman im
Şîrove: Ez bi xwe ji ber serxweşî û çakerkêfiya şeraba kaseyê niqoyî deryaya nasîn û şarezahiyê bûme û bi wê piyale û wê zerikê ez weke kesrayê şahê Îranê û xaqanê Moxulî gihame payeyeke bilind û ji ber tîrêjên awir û niqênên çavên wê yên elmasî mîna Silêman Pêxember (e. s.) li ser textê dil rûniştî me.
Mîr Îmaddedînê Hekarî
Neş': serxweşî, çakerkêf
Bi zat: bi xwe
Xerq: niqo
'Urfan: zanîn
Sifetkesra û xaqan im: mîna Kesrayê Şahê îranî û xaqanê qralê tirkan (moxulan) in
Berq: birûsk
Xemzeelmasê: awirên çavên wê yên mîna elmasê