HAT NAV ME BIYANÎ,
JI ME STANDIN REZ Û XANÎ
Dayikê bang kir: Go çê kiro bi xwe kiro
Bavê bang kir: Xirab kiro bi xwe kiro
Lawik bersiv da: Her kes bi kirina xwe
Her sê tev qîriyan: Duh derbas bû le îro?
...
Tu hatî cem me biyanî,
Te ji me re kir şivanî,
Te em hiştin bê pez û xanî,
Te xwe kire xwediyê rez û xanî,
Rastî derket holê tu li ber çavan î,
De ji te re oxir be, ehmaqê biyanî.
Ji bo destpêka xwendina Kurmanci pirtûkek pir başe. Naveroka pirtûkê; pêşî bi gotinên peşiyan dest bê dike di dawiye de bi helbestek berdewam dîke û bi çirokekî xilas dibe. Belê bi çiroken milletekî mirov dikare dîrokek derxe. Daxwaza min ewe kû kurmanc ji xwendin û guhdarî li dîroka xwe bikin. Ji bo vî pirtûke Slav û Rêz Abdurrahman Benek.
Carekê agir bikeve, bişewite kezeb
Dinya nûvabe jî nake wek berê Reb
Wargeha nerindan xwelî be, dibine sebeb
Îro ji te re be jî sibe mirin e, nizanin eceb