HAT NAV ME BIYANÎ,
JI ME STANDIN REZ Û XANÎ
Dayikê bang kir: Go çê kiro bi xwe kiro
Bavê bang kir: Xirab kiro bi xwe kiro
Lawik bersiv da: Her kes bi kirina xwe
Her sê tev qîriyan: Duh derbas bû le îro?
...
Tu hatî cem me biyanî,
Te ji me re kir şivanî,
Te em hiştin bê pez û xanî,
Te xwe kire xwediyê rez û xanî,
Rastî derket holê tu li ber çavan î,
De ji te re oxir be, ehmaqê biyanî.