En Beğenilen Govenda Dilan kitaplarını, en beğenilen Govenda Dilan sözleri ve alıntılarını, en beğenilen Govenda Dilan yazarlarını, en beğenilen Govenda Dilan yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Yek ji wan hunermendên herî berhemdar yê mûzîka gelê Kurd: Seîd Yûsiv... Mirov nizane ka çawa pesnê wan bide; gotin bêkêr û bêwate dibin û mirov ji peyvên xwe yên qels fedî dike. Tu pesin ne hêja ye bigihêje qedr û qîmeta wan; wan kesên ku di şert û mercên zor û zordarîyê de barê pêşvebirina ziman û hunera Kurdî bi serkeftî dane li ser milên xwe. Nûnertîya çanda gelê xwe bi rûmeteke mezin bicîhanîne û ew ji hewlên tunekirinê ya dagirkeran parastine.
Vê pirtûkê de beşek sitranên Seîd Yûsiv cih digirin. Gelek jî yên navdar in ku me ji dengê wî û ji dengê hunermendên cuda yên navdar bihîstine û bi kêfxweşî guhdar kirine. Alîyekî xweş ya antolojîyên sitranan yên mîna vê pirtûkê ew e ku mirov him dixwîne him ji guhdar dike. Berhem ya kesekî mîna nemir Seîd Yûsiv be jî qet pirsa tema ku mirov jê distîne nekin. Lewra nayê gotin.