Hawara Dîcleyê - II kitaplarını, Hawara Dîcleyê - II sözleri ve alıntılarını, Hawara Dîcleyê - II yazarlarını, Hawara Dîcleyê - II yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ho insan, tu ki yi?
Min bêdeng, ji kerban, dilê min bi liyan, ji xwe dipirsi. Evindar, dildar, ziravbihistiyar?
Qatil, merkuj, diz, keles, xwinxwar?
Qehreman, wefakar, cefakar?
Xayin, he sod, fitne, durù, gunehkar?
Li welatê me ji gotin hem bi şixule dilovaniye rabûbû û çirok, riwayet û serpêhati afirandibûn da ku me bizanibüya ta dewr û dewranên me yên borî çawan bûn, hem ji bi şixule tîr, mirtal, şûr û tivingê rabûbû û hin însan, ehl, qewm û ziman bi nax kiribûn. Gotin hertim hem di xizmeta derewan hem ji di xizmeta rastiye de bû. Ez ji ders û tecrubeyên heyata xwe hin bu bûm ku gotin diviya di xizmeta insên de büya û birinen insen, ku insan çu carê bêbirin nedibu, bicebiranda.
Qedera axa Mezopotamyayê ji dewr û dewranên Babil û Ninovayê û vir ve her eynî bû; şer, pevçûn û xedarî. Axa Mezopo tamyayê, hertim eynî ax bû; herwekî ku di Tewratê de dihate go tin, axa tofan û xezebê. Axa heri kevn a însaniyetê, axa çemên Firat û Dicleyê ku bi ava xwe medeniyetên kevntirîn anibûn pê, ……..
Cizira Botan, mercana jorîn a Mezopotamyayê. Tê de hestên xurt, bestên kür veşarti, Gotinên delal, kelamên zelal, ji do ber bi îro, Veguhasti, mîna lehi.