Hawara Roboskî sözleri ve alıntılarını, Hawara Roboskî kitap alıntılarını, Hawara Roboskî en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Bi hawar û bi qazî,
Erş bi heyveronê razî,
Dengveda yek bêtinazî .
"Ya Eyyûbî , Berzenci,
Şêx seîd, Muhammedê Qazî,
Seyyîd Riza , Geylanî ,
Cizîrî , Feqî û Xanî ,
Me wesyeta we bicîh neanî...
Piştre dûyê sînema amûdê
Firiya pozê nozdeh zarokan
Neviyên osmanî , hatin ji nav ezmanî,
Dewleta ku zilm li ser xwe nedivir ava,
Qetlek çêkir ku,
Jibîr nabe heta hezar bava
Xortek j'wan telefûn kir:
-Dayê ez hêj birçî me,
Şornenîşkê bide see,
Va ye em li nêzî ne.
Va ye em li serê gir,
Niyeta wan xerab e,
Here cem serfermandêr,
Bêje ew êz ji me me.