En Eski Helbestên Dînik kitaplarını, en eski Helbestên Dînik sözleri ve alıntılarını, en eski Helbestên Dînik yazarlarını, en eski Helbestên Dînik yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
…
li ser sînga min
şopên destên te
kor û lal û kerr…
li ser zimanê min
germahiya devê te
kesk û sor û zer…
li ber laşê min
çavên te qaçax qaçax dikenin
tu qaçax qaçax şa dibî
evîn qaçax
qêrîn qaçax
tu qaçax…
li ser laşê te qaçaxek
qaçax qaçax xwe dide te
qaçax qaçax di erdên te de xwe vedişêre
awirên te qaçax
hezkirin qaçax
qaçax…
ez bibim “tu”yê te
tu bibe “ez”ê min
ez bibim “derdê” te
tu bibe “dermanê” min
ez li zozanên te bigerim
tu li ser çiyayên min
ez bibêjim “nanê” min
tu bibêje ”ava” min
tu bişewite
ez bişewitim
em agirê hev bitemirînin
Îşev dilê min…çû
îşev dilê min… mir
Bi tenê êşeke mezin ma
Bi tenê… êş
Ev êş min nekuje baş e
Bi xatirê te dilê min
Bi xatirê çavên te
Bi xatirê kenên te
Bi xatirê maçên te
Bi xatirê te…