Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Helbestên Dînik

Occo Mahabad

Helbestên Dînik Gönderileri

Helbestên Dînik kitaplarını, Helbestên Dînik sözleri ve alıntılarını, Helbestên Dînik yazarlarını, Helbestên Dînik yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Tu xerab î xerab...
evîn bi fêlan evindarî bi derewan eşg bi tenêtiyan ez bi derd û qehran dil bi xapandinan ax dilê min tu xerab î xerab bi derewan xerab î bi fêlan xerab î ez te nikarim nikarim derewên te nikarim fêlên te... ax gurçika min tu xerab î xerab...
Zanim...
"xeta ya min e Sûc yê min Guneh yê min" Gotinên evînê xapînok Zanim... Ez hatim xapandin Zanim...
Reklam
Zimanê te wekî xezalekê baz dide Li ser çiya û newalên min...
Min rondikên xwe barandibû li ser pêlen te Bila ew rondik xenimî te bîn...
li ser sînga min şopên destên te kor û lal û kerr… li ser zimanê min germahiya devê te kesk û sor û zer… li ber laşê min çavên te qaçax qaçax dikenin tu qaçax qaçax şa dibî evîn qaçax qêrîn qaçax tu qaçax… li ser laşê te qaçaxek qaçax qaçax xwe dide te qaçax qaçax di erdên te de xwe vedişêre awirên te qaçax hezkirin qaçax ez qaçax…
Reklam
birînê birînê ev jî çîroka min e ka guhdarî bike ka lê binêre me çi êş kişandine bavê min hat kuştin di hewşa mala me de bi heftê gulleyan ji aliyê heft kesan ve bêhna cesedê wî hê jî di hewşa mala me de digere…
Tu yê kîngê werî? Bajar li benda te, Ez li benda te me.
Bajarek bifikire ku di nav da ez bêkes û tenê. Te difikirim, te digerim, te dixwazim..
Bi xatirê te dilê min. Bi xatirê çavên te, bi xatirê kenên te..
Reklam
Ez dimirim...tu dimirî... Zimanê min di kolanên taxên te de bi sloganan diqîre ,dikene îşev jan dide tenêtî horbûn hemû melodiyan dikuje kuştin bixwe jî tê kuştin destên min di bihuşta te de Stranên koçgirî distrên dema dînbûnê hatiye îşev êş xeyidiye bextewarî bûye çivîkek di asîmanên te de difire dengê bilûreke berdûşt tov bi tov gunehan belav dike navê şermê hatiye jibîrkirin şerm xeyidiye di stêrkên parên te de bêhna bedena xwe dibînim ez wekî penaberekî dixwazim di axên te de hêlînek ava bikim tu di nava ax û feryadan de xwe davêjî li ber peravên min
Bi xatirê te…
Îşev dilê min ...çû Îşev dile min...mir Bi tenê êşeke mezin ma Bi tenê...êş Ev êş min nekuje baş e Bi xatirê te dile min Bi xatirê çavên te Bi xatirê kenên te Bi xatirê maçên te Bi xatirê te...
... dilo dilo tu yê jî wisa biketa derdê evînê derdê hesretê tu yê jî wisa bigiriya xwe bavêta bextê zalimekê tu yê jî bibûya koleyê çavên xweşik û nazenîn tu yê jî bibûya êsîrê bêhna wê ya kujerî eywax li min eywax ji dilê min ê belengaz re hezar car eywax
dest pênûs e laş kaxiz e dil name ye şev mijar e di şeva kambax de xewa min nayê min bike çîroka xwe min binivîse..
1.396 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.