Helbestên Dînik kitaplarını, Helbestên Dînik sözleri ve alıntılarını, Helbestên Dînik yazarlarını, Helbestên Dînik yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Weyy delal weyy delal...
weyy delal weyy delal evîna me klamek bû çiqas bihata gotin
min têr nedikir
çiqas bihata lêxistin
min sermest û dîn dikir weyy delal weyy delal devê te şekirek bû
çiqas bihata mijandin min têr nedikir
çiqas bihata gezkirin
min serxweş û dîn dikir weyy delal weyy delal min digot tu dilê min î min digot tu jiyana min î ha min digot min digot... weyy kubara min weyy weyy nezana min weyy eşqa me rûbarek bû
çiqas biherikiya
ewqas mezin dibû
weyy min digot
derdê min tu yî
weyy min digot
emrê min tu yî
weyy delal weyy delal
tu delala min î
weyy delal weyy delal
tu nezana min î...
Ez bibim “tu”yê te...
ez bibim “tu”yê te
tu bibe “ez”ê min
ez bibim “derdê” te
tu bibe “dermanê” min
ez li zozanên te bigerim
tu li ser çiyayên min
ez bibêjim “nanê” min ( Ben diyeyim Ekmeğim)
tu bibêje ”ava” min (Sen de Benim Suyum)
tu bişewite
ez bişewitim
em agirê hev bitemirînin...
bejn mast e
ken xayîn e
hembêz agir e
goşt xizan e
di şeva kambax de
xewa min nayê
min bike mêweya baxçeyê xwe min bidize...
daxwaz bêşerm e can parsek e
tu derya yî
ez masî me
di şeva kambax de xewa min nayê
min bike nêçîra xwe min bixapîne...
Di şeva kambax de...
dest pênûs e
laş kaxiz e
dil name ye
şev mijar e
di şeva kambax de xewa min nayê
min bike çîroka xwe min binivîse...
dev germ e
awir dîn e
diran bêtirs e
lêv şewat e
di şeva kambax de xewa min nayê min bike gula xwe min bêhn bike...
li ser sînga min
şopên destên te
kor û lal û kerr...
li ser zimanê min
germahiya devê te
kesk û sor û zer...
li ber laşê min
çavên te qaçax qaçax dikenin tu qaçax qaçax şa dibî
evîn qaçax
qêrîn qaçax
tu qaçax...
li ser laşê te qaçaxek
qaçax qaçax xwe dide te
qaçax qaçax di erdên te de xwe vedişêre awirên te qaçax
hezkirin qaçax ez qaçax...
(Sayfa 7)
Occo Mahabad
Birçîtî
Belengazî
Koletî
Mirinên reş ketibûn para me
Êş û elemên cîhanê dabûn destên me
Derd û kulên komkirî avêtibûn ber lingên me
Lê ya rast
Tu tişt
Tu felaket
Wekî dengê xayinekî me nediêşand
Me parçe parçe nedikir…