Xelk li min dixe - dilê min diêşe,
Ez li xelke dixim - dile min diêşe
Çi rind gotine kal û baven me:
Li cinan xi jî, bi cinan dikevî
Cin li te xin jî, bi cinan dikevî'
Xewn û mital fikarê min,
Hûn mîna berx û karê min...
Û çaxê ez, berxvanê gund,
Li deştêd me, çiyayêd bilind,
Min ku pêşîya berxa berda,
Bela dibûn li mêrg û erda,
Xwe didane berpalêd çîya,
Diçêrpandin gul û gîha...
Lê carna jî li wan erda
Min ku pêşî zef berdida,
Berxê min ên nes direvîyan
Diketin cîhên qorix û zîyan.
Sîng û berê kew-gozelê Elegeze,
Vê biharê wê xemilye rez bi reze:
Memikê yarê ser bedenê cot kanîne,
Xalêd sûret mîna konê kurmancîne.
Guliyê yarê mîna cewê der biharê
Hev girtine, fitil-fitil têne xarê.
Xelk li min dixe - dilê min diêşe,
Ez li xelke dixim - dile min diêşe
Çi rind gotine kal û baven me:
Li cinan xi jî, bi cinan dikevî
Cin li te xin jî, bi cinan dikevî'
Keskesora rengê te me,
Hey tu roj û tava min,
Bedew û qeşengê te me,
Ay, ronahiya çavê min.
Beyt li min têne dor bi dorê
Aşiq ez im, tu yî kan, -
Her heft rengên keskesorê
Tên ji pencên tava can.
Ay, ro binihêr wê qirqişî,
Keskesorê girt kevan,
Ken li dêmên te neqişî:
Bûm dengbêjê wan çavan.
Feqet, ro çû pişt wî tetî,
Rengên keskesorê çûn,
Lê tu çûyî, ji min bi dûr ketî,
Ax, beytên min hê gurr bûn.