Bi xêr hatî Cumhûriyet(!)
Û tujî Demokrasî(!)
Kerem kin ser doşekê
Tivingê xwe bavêjin pîncê dîwêr
Bi keys rûnên.
Ku hûn birçî ne,
Malhazirî
Hêkerûn heye we bivê.
Zimanê wan
Qedexe kirî
Lê,
Zarok
Bi zimanê xwe dileyîzin.
Malokan,
Bi zimanê xwe çêdikin.
Awir didin,
Çindik davêjin,
Bi zimanê xwe.
Bi zimanê xwe
Digirîn,
Dikesirin.
Veneşêrin berberiyê zarokno!
Veneşêrin!
Li asiwayê mefera me
Bi zimanê xwe
Bibişirin.
Rojbaş
Beyanî be xêr
Ez û tu
Bi çivik-firê
Sê hezar kîlometre ji hevûdû dûr
Lê, bi giyanî
Ji canê hev ji hev re nêziktir in.
Dengê min nagihîje te, dizanim
Di vê berdestî sibê
Di xewka şîrîn
Pêjnê
Hilîne
Ku bibêjime:
Di xewnê de rojbaş
Di xeyalê de beyanî be xêr.
Ev ba ku neleqe, helbet
Helbet sedemeke wê heye
Pel, li gulyê daran bê deng...
Helbet sedemeke wê heye:
Qîrîn, di kalanan de lal
Û hêrs,
di postê mêşinê de.