..Herçiqas Mehmed Uzun bi helbestan dest bi nivîskariye dike û helbesten xwe di bin nave M. Fenend Baran de di kovara xwe "Rizgariya Kurdistan" de diweşîne jî, ew hedî hedî ji helbestn vîsandine bi dûr dikeve, giraniye dide ser nivîsandina essay û romane. Romana wî ya peşî "Tu" di sala 1974'an de derdikeve. Piştî we Mehmed Uzun li dû hev "Mirina KalekîRind" (1987),
"Siya Evîne" (1989), "Roj ek Ji Rojen Evdale Zeynike" (1991), "kurdiya piyesa nivîskare îngilîz ye bi nav û deng Heroid Pinter, Zimane Çiyan" (1990), "Destpeka Edebiyata Kurdî" (1992), "Mirina Egîdekî' (1993). Ji çend salan vir ve jî ew li ser romana xwe ya bi nave "Bira Qedere" ku ji xebat û jiyana Celadet Bedir-Xan pek te, dixebite.
Mehmed Uzun bi van pirtûkan naye ser, beî ku ew ferqiyeta ideolojik texe navbera parti û rekxistinen kurdan, ji bo ku bibe mînaka yekîtî û biratiya kurdan, çi bigire di piraniya kovar û rojnameyen kurdan de dinivîsine. Em cama Mehmed Uzun di nava rûpelen Armance de dibinin, carna di nava rûpelen Kurdistan Presse de, cama Berbange, cama Welat, carna Berhem, carna Azadı, cama Nûdem û hwd. Ev pirtûka ku di desten we de ye ji wan nivîsaran pek hatiye. Weşanxaneya me bawer e ku we bi vveşandina ve berheme cihekî vala dagirtibe.