···
mişt dibezim mirinê, mişt
werîsê xeniqandina min ji keskesorê
Roma ye kenê min, rûyê xwe diguherîne ji min
Mekke ye dilê min,
xeyidiye êdî hew dixwaze bibîne rûyê min
keriyên min bê kûçik in
şevbihêrkên min zîval zîvalî
wê wektê
bi xezeb
li vî bajarî
ez bi efara evîna te ketim
çiqas ken û maçên te hebûn
min zû zû civandin ji bajêr
nebejê çima
çavê min bar nebû ku ji wan re bihêlim
lê dîsa jî
min hinek dil
kir sedeqa serê evîna xwe û te
û min li bajêr belav kir
tu zanî pê bê çi bû?
bajar dîn bû
û bi çolê ket
çû û çû....