Ji Nav Şiîrên Min sözleri ve alıntılarını, Ji Nav Şiîrên Min kitap alıntılarını, Ji Nav Şiîrên Min en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Eger ji nav şiîrpn min
gul bavêjin derve
ji çar werzan
werzeke min dimire.
Eger yar bavêjin derve
duduwê min dimirin.
Eger nan bavêjin derve
sisiyên min dimirin.
Eger azadî bînin der
sala min dimire û
ez bi xwe jî dimirim.
Ger heyv ji te ciwantir bûye,
min qet hez ji te nedikir.
Ger dengê mûzîkê,
ji yê te xweştir bûye,
min ticaran guhdarî te nedikir.
Ger bejna sulavê,
ji ya te naziktir û rindtir bûye,
min qet temaşe te nedikir.
Eger bêhna bexçe
ji ya te xweştir bûye,
min qet tu bêhn nedkikirî.
Û ger li helbestên min bipirsî
bizane, ger ne mîna te ciwanbûne,
min ew qet nedinvîsîn!
çar zarok
li îranê
çar zarokên
faris
tirk
ereb û
kurd
wêneyê mêrikekî çêkirin
yekem, serê wî
duwem, laşê wî
sêyêm, dest û piyê wî
çarem çek danî ser milê wî!
Ez bawer im
li wê dinyayê jî
Xudê ji bo
boyaxkirina pêlavên xwe
wê gazî Kurdekî bike
kî dibê "ew kurd ne ez im"
Ax dayê!
Tu dibê pêlavên Xudê çiqas mezin bin
çend numre ne lingên wî?
Lê ji bo pere!
dayê tu dibê Xudê wê çiqasî bide?
Zahf tişt hene zeng digirin
ji bîr ve diçin pişt re dimirin
Wek tac û gopal textê bin piyê paşeyan
Zahf tiştê din ê dinyayê jî hene
Narizin û ji bîr ve naçin û tu car namirin wek şewqe û gopal û pêlava Charles Chaplîn
Eger ji nav şiîrên min
gul bavêjin derve
ji çar werzan
werzeke min dimire.
Eger yar bavêjin derve
duduwê min dimirin.
Eger nan bavêjin derve
sisiyên min dimirin.
Eger azadî bînin der
sala min dimire û
ez bi xwe jî dimirim.