Bê girîn û zehmet e;
Ez ê herim...
Mîna pelekî sivik
Ko ba ji darê diweşîne...
Ez ê herim bê ax û zarîn;
Bê şîn û girîn.
Girîn û hêstir ji bona çi?
Ez ê herim!
Mîna ba û bablîsokê,mîna av û ronahîyê...
Xwedê dilê min
Li ser sindiyana jiyînê danî;
Û bi girane û zompên qehr û xweşîyê lê da...