Öne Çıkan Kî Me Ez kitaplarını, öne çıkan Kî Me Ez sözleri ve alıntılarını, öne çıkan Kî Me Ez yazarlarını, öne çıkan Kî Me Ez yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Yek sebr û mala min heye
Dost û hevala min heye
Gula xeyala min heye
Carek were sebra minê
Sebra minê, mala minê
Nûroz û sersala minê
Herdem di nêv bala minê
Carek were sebra minê
Dilxwazê dîdara te me
Herdem di gulzara te me
Wek rojî,êvara te me
Carek were sebra minê
Wan tîpê biskê reşxelek
Wan awirên çavên belek
Êrîş kirin dil yek, bi yek
Carek were sebra minê
...
Kî dizanî ka çira yar xwe xo ji min wer dûr dikî Awirek çavên belek, dil perçe,perçe, hûr dikî
Her dema tê û li min pirsê dikî dil xweş dibim
Lê ku bê dey nekî,daxa di dil de kûr dikî
Kîme ez ?
Kurdê serfiraz
Dijminê dijmin
Doste Haştîxwaz
Ez xweş mirovim
Ne hirç û hovim
Lê çibkim bê şer
Dijmin naçi der
Bav û kalê min
Dijin tev serbest
Naxwazim bijîm
Ta ebed bindest
Kîme ez?