...
Û pez nehiştin
û rez nehiştin
û kon nehiştin mihîn jî nehiştin
û bilûr fetisandin
û qirikên dengbêjan kêr kirin
û berxikên şivanan xeniqandin
û satilên bêrîvanan pelixandin
û çûn
belê, me baş dizanîbû,
lê belê, wan nizanîbû ku şûrê me yê azadiyê
her ku diçû bi êşan tûjtir dibû!...