Labirenta Cinan sözleri ve alıntılarını, Labirenta Cinan kitap alıntılarını, Labirenta Cinan en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Dest û destmalên xwe ji wan re dileqînin û tew carina di vê pencerê re neynikan jî didine çavên wan. Ji ber vê yekê ye ko di bêrîkên hemû xort
û heşaşên gundê me de hertim neynikek peyda dibe.
Pirî caran xortên gundê me diçin ba Cefto, gilî û gazineke (gilî û gazinên hemû xortên gundê me, kêm zêde wek hev in.) weha dikin:
— Ez wekî dînekî ji keçikê hez dikim, lê ew tew li min jî mêze nake. Ez çi bikim?
Wê çaxê jî Cefto î gundiyê me bi tevgereke ilimdarane pirtûkekê ji refika xwe ya dîwêr dadixîne, dixwîne û dibêje:
— Biçe weha bike: Çel lib baqlên hişk peyda bike. Li ser deh libên wan Ya Hennán binivisîne. Li ser deh libên din Ya Mennán, li ser deh libên
mayî Ya Deyyán û li ser deh libên dawîn jî Ya Sultán binivisîne. Dû re yek bi yek li ser her libeke baqle Amener Resûlu’yê bixwîne û bavêje nava agir. Dema ko tu davêjî nava êgir jî divê tu lava bikî û bibêjî: »Filankesa keça bêvankesê weke van baqlên ha ji evîna min bişewite.« Ü piştî viya jî divê sê Îhlás û sê silawat were xwendin. Heta ko ev çel lib baqlên ha di agir de bişewite, ew keçika te, ew ê jî ji evîna te bibe weke dînekê.
Di rûpelên van pirtûkên pîrozwer de rastî mijarên cinan, bi zimanê van gundiyan rastî aferîdên ji me çêtir tê, van beþan bi baldarî dixwîne û tê de dibîne ko ev aferîdên weha tew jî ji me ne çêtir in, car bi car vedigere serî û van beþên pirtûkên pîrozwer ji nû ve dixwîne, dixwîne û di van beþan de, di van rûpelan de dibîne ko di destpêkê de Xwedê
"Ku meriv li wan xwedî derkeve û bi zimanê wan bipeyive, ji meriv re dibin... dibin erd. Lê...(...) Lê... nezan in, kwîrfam in, serê wan hişk û hişê wan zû bi zû di ber tiştan de naçe."