baranê hindik hindik.
porê serê me nermbik.
dayika me dibêje
negrîn va derket tolik
Baranê tave tave
devê derî çirave
ker jî nema dizire
birçîbûn çi bê bave...
Min tu naskir
dema ku ewrekî rêbar
di singa ezman de digiriya...
min bêriya te kir
çaxa ku bilbilekî evîndar
di nav
Nêrgiz û Nesrînan de difirya...
min ji bêrîkirinê hewarkir
gava ku gundiyekî xewar
bi ser kaya bênderê de dibûriya...
min pêjna te kir
piştî ku zîzbûneke sar
di hêlîna
hechecîkê de dizûriya...
Dîkê terî bilind sor
dakev ji ser banê jor
çêçik mane bê taştê
ne nan heye ne kulor
Dîkê reş û pitpitki
ti melayê gundeki
gundî tev man bê nimêj
te qîr nekir dengekî...
Li çepka naxim...
li çepka naxim...
ji bo êşek nû, li şûna girî
li çepka naxim...
serê bawerya, himberî topa
tucar danaxim...
veşartiyên dil, li sikakên rût
ez belav nakim
bazar hîn sare
xewn û hêvyên xwe
erzan ranaxim...
heger ba neyê, ezê xwe kerrkim
ji bo kuştina, mêş û kelmêşa
şûr ji zik kalan
zû b’ zû dernaxim...
payîz bihirî
çile zîvirî
li ser axa xwe, tev reh û şaxa
hîna bin axim
Ne bi destê xwe
em hatin
jiyaneke pûç.
razîbûb...
di navbera
me û wê de
bûye wek evîna
ar û ardû.
ji ber bersivên çima
em bûne perîk
li ber bayê
qederê...
Kevok,
veger’yan, hêlînên xwe.
keroşk,
veger’yan, lanên xwe.
kevrên revend,
ji serê çiya,
gindirîn newala.
pirîskên baranê,
xwe gihandin,
ciwên çema.
û çem
wê xwe bighînin,
deryayên hêviya.
lêêê...... piştî....
wê sînga germ,
ka ezê vgerim ku....
sed mixabin!
kêla gora min,
wê Qoçana
hoxo min be,
li ser Axa te:
welato!!.....
helbest e
melbest e
çi dîlanek bê west e
di hembêzê dilmest e
bi daxwaz û mebest e
hin raman e hin hest e
bi wêne û helwest e
xeyal tê de serbest e
tirs ji ber wê bindest e
bê awaz be derbest e
guh ji xweşiyê naweste