Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Li Mala Mîr Celadet Alî Bedir-xan

Firat Cewerî

Li Mala Mîr Celadet Alî Bedir-xan Sözleri ve Alıntıları

Li Mala Mîr Celadet Alî Bedir-xan sözleri ve alıntılarını, Li Mala Mîr Celadet Alî Bedir-xan kitap alıntılarını, Li Mala Mîr Celadet Alî Bedir-xan en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Xorto! Xebata te mîna dengekî ye. Ma deng bi pifkirinê tête vemirandin. Keda te mîna çirayekê ye. Ma çira kengê bi deng û pêjnê temirîye. Tu her bixebite, qet mesekine, karê xwe bi ser xe. Dengê te ko ji pifkirinê natirse ew ê her bilintir, çira te ko bi pêjnê nalerize ew ê her geştir bibe.
Reklam
Di wan salan de jî kurdên ko bîrewerê heyina xwe ne û di dilê wan de rûmeta milet û welêt heye bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe xebitîn û zanîna xwe pêş ve birin. Ew ne bi tenê xebitîn û elimîn, lê xebitandin û elimandin jî. Belê ew ji vî miletê bêdibistan re bûne dibistan, dersa welatîyên xwe gotin û ew gihandin; ji wan mirovên nezan mirovine xwenda anîne pê.
FİRAT CEWERÎ: Mamoste, tu dikarî ji kerema xwe re hebekî min bi min bidî naskirin. Gelo ez kî me? Kurd kî ne? MIR CELADET ALI BEDIR-XAN:Xorto! Tu çîlê miletekî kevn, nijadekî mezin î. Pêşiyên te di rûpelên dîrokê, di gorinên gernas û camêran de raketî ne. Tu kurê kurdan, neviyê Medan, dahatiyê Ariyan î... FİRAT CEWERÎ: Bi destûra te be ez di xwazim di vir de peyva te bibirim. Tu evqas pesnê min û nijadê min didi. Ma tu nabînî bê em di çi rewşê de ne? MIR CELADET ALI BEDIR-XAN:Lê îro ne tu yî, dîlê, reben û belengaz, jar û qels, dewletek î û bindest î.
Reklam
Axayên derewîn.
Berê pêşîn tu ê bêxî serê xwe ko tu xulamê milet û paleyê welatê xwe yî tu ê xizmeta wî bikî û ji bona wî bixebitî. Dîsan tu ê bizanî ko axayên rastîn ew in ko xulamiya miletê xwe dikin, ên din tevda axayên derewîn in.
Ziman.
+Wê karê Hawara we yê pêşî çi be? -Hawara me berî her tiştî heyina zimanê me dê bide nas kirin. +Çima? -Lewma ko ziman şerta heyinê a pêşîn e.
Ma miletê kurd heta niha tu mirovên mezin derxistine?
Ji miletê kurdan gelek mirovên mezin derketine. Herwekî Şarmoy - zanakî rûs - gotiye. Ez ê çend pirsên Şarmoyî bi kurtî, biguhêzime vir: "Û miletin hene bi cengawerî û dîlaweriya hin serdarên xwe, xwe dane naskirin û ji hin dewletên Asya û Afrîqayê padişahin dane. Kurd ji wan in. Navê kurdan hêj di pêşiya zemanê kevn de bi derbên Rostem û pêşdetir bi kîşwerkêşayiyên Selaheddîn û birayê wî Melîk el- 'Adil, bilind û geş bûye. Ji van pê ve ev miletê ha mezinên din jî gihandine. Herwekî Kerîm Xanê Zendî ko di nîvê babilîska hevdehem de malbata Zendî daniye, û zanayê mezin Ibn el-Esîriyê Cizîrî û Ebû el-Feda, ji mîrekên Eyyûbî, û dîroknivîsê zirav Idrîsê Bidlîsî..."
Herçî ko bi te re berberiyê dê bikin ji te bêtir in. Ji xwe di dewra gelekî de stirî bi hezarî ne.
Reklam
Armanc-Yekîtî
Armanca te li ber te sekinî ye. Di şeklê mirovekî de ye. Tu lê dinihêrî, ecêbmayî dimînî. Herê tu dibînî, dest, ling, mil, pol, parsû, paruhan hertiştên wî hene. Lingê wî yê rastê berepêş, yê çepê berpaş diçit. Laş di cihê xwe de ye. Xwe ne dide pêş, ne jî pas. Ji ber ko ji aliyekî pêş ve, ji aliyê din paş ve tête kişandin. Tu zanî çira xorto? Çira mamoste?... Lewma ko herdu ling ne yek in. Navbera wan de yekîtî nîne. Divêt, tu bixebitî van herdu lingan bi aliyekî ve bilivînî.
...ger baweriya te hebe û xurt be, tu bixwazî tu ê bikaribî bi baweriya xwe ya xurt çiyayê hember wergerînî...
+Tu dikarî alfabeyekê ji bo miletekî çawan tarîf bikî? Alfabe çi ye! -Elfabê alek e, ala biserxwebûna heyîna me a edebî ye. Berê di ser keleha me a edebî re alên biyaniyan li ba dibûn. Di vê rojê de kurdmancan ew al daxistin, çirandin û li şûnawan ala xwe a milî daçikandin û ji hêsîriya wan bandêran filitîn, xwe dan ber siha bandera xwe û di vê qadê de bûne biserxwe.
"Tifaq û yekbûn, zexmî û xurtiya civatê ye. Nifaq û berberî qelsî û jariya civatê ye." Celadet Ali Bedir-Xan
167 öğeden 16 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.