"Malxirabino! ma we ewçend wext nîne, hon ko ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salan ve xebitîne û îro jî dixebitin, ji bona bikarin "fînfoneke" derewîn bi lêv bikin. Kuro eyb e, şerm e, fehît e, an hînî zimanê xwe bibin, an mebêjin em kurd in. Bê ziman kurdîtî ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîke giran e."