Barana bariyabu û'ecaca ku bi şev derketibû, antên ji eyar xistibû. Xalê Elî derket ser ban ku antênê rast bike. Xaltîka Mewlûda jî derket hewşê û di şibakê re li televizyonê dinihêrt ku gava eyar girt, jê re bêje.
- Hilo, Mewlo?
- Na, wilo Elo!
- Hilo?
- Na na lo. Newlo; wilo!
- Hilo, Mewlo?
-Na Elo, wilo belqîtiyo!
- Çênebû gelo?
- Na koro!
-Ma hilo?
-Na, stûşikesto!
- Ma hilo ji?
- Na na Elîko, ji kerê keto! Ma tu ker î yan kerr î?
Tune yî! Qet tune bûyî. Belkî jî tê nebî. Erê, te bibînim jî ez ê te nas nekim. Nas bikim jî ez ê te dîsa wenda bikim. Lewra ez mehkûmê windakirinê me.
-Ez pirtûkekê digerim lê min navê wê ji bîr kir. Nivîskarî kurd bû...
-Mijara wê çi ye?
-Zarokekî sêhrbaz hebû...
-Ka ez binêrim... Na, tune!
-Temam, hat bîra min, Harry Potter!
-Ma Harry Potter kurd e?
-Di televîzyonê de kurdî diaxivî!?