Pirtûka li ber destê min ji aliyê Roger Lescot va hatiye berhevkirin. Destana Memê Alan di nav kurdan da bi navûdeng e. Destana Memê Alan ,destaneke pir kevn e. Menzumeya Ehmedê Xanî a bi navê Mem û Zîn bingeha xwe ji destana Memê Alan wergirtiye û saheserek derxistîye holê. Çîrok heman çirok e. Ehmedê Xanî bi rêya vê destanê rewşa gelê kurd aniye ziman. Belê pirtûka ber destê min di destpêkê da hinekê meriv aciz dike lê dema ku dikeve di nav mijarê , xwinerê di meraqekê da dihêle. Ziman bi kafiyeya "ane" hatiye vegotin. Birastî ev kafiye min pir da zorê ez carna ji cîrokê diqetiyam. Di nav gelê kurdan da rewşa axa û began, temsila jinan, edet û toreyê wan bi rêya eşqa Memê Alan û Zînê Zedan hatiye vegotin. Wate ev destan tenê ne destaneke evînî ye. "Destana Memê Alan ji bo kurdan xwedî nirxekî neteweyî ye"
.
.
.
"Di nava hezar û du sed qîzên beg û axan da, dibîne Zînê Zedane
Di cî da nas kir di nav koma qîzikan da mêvana xwe ya şevane"
.
Bixwînin canik û camêrno