ELÎ AXA [Te ser dikê, çav li EYŞÊ dikeve, çavên xwe ji EYŞÊ dûr naxe, disekine, EYŞÊ cêra xwe tijî av dike, dixwaze here, lê axa pêşîya wê digire. ]: Bisene, meçe, bûka delal!
EYŞÊ: Ez lez dikevim, ji Memê xwe re avê dibim.
ELÎ AXA: Avê bide min, kesera dilê min rihet bike.
EYŞÊ: Kanî dûr nîn e, a wa.
ELÎ AXA: Ez dixwazim ava destê te vexwim, horîyê.
EYŞÊ: Na, axa, ava destê min bi tenê Memê dikare vexwe, Memê min, êdî ti kes.