Gelek û gelek tişt ji dest me çûn. Buhayê dilpakî, bêhişî û dijayetiya di nav me de, gelekî gi ran bû. Ewanî li her cih û warî ne. Eger tu ji wan bî bes e, wê her tişt ji te re be. Cih û pere û jin û xweşî û her tişt. Şan û namûs gelekî erzan bûne, ka jê buhatir e. Gora kalikê xwe Beko bi zêr xemilandin û gora Mem û Zînê bûye wargeha mişk û kurmikan.