Kî hat û dilê te ji cixareyên xwe re kir xwelîdank ? Kî hat û dilê te ji xwe re zîn kir û giyanê te weke toza li pey siwarekî, li pey xwe hişt? Kî hat û çengek axa sar avête ser giyanê te yê vêketî?
Îro min neynikê de li xwe niherî; bi dehan mûyên spî di nav porê min de xuya dikirin, gelo ez pîr dibim an jî her janek di serê min de dibe tayekî spî?! Digotin porê spî peykê mirinê ye, her weha delîlê giranî û aqilmendiya mirov e. Berf li çiyayên bilind dibare.
Ba awazeke
Birîndaran dilorîne
Demsalên rêwî xatir dixwazin
Û pêtên di gewriya min de
Peyvan mîna
Pelên payîzê dişewitînin
Êdî bêhna şewata asoyan, ji vî dilê min tê.