Öne Çıkan Mijabad kitaplarını, öne çıkan Mijabad sözleri ve alıntılarını, öne çıkan Mijabad yazarlarını, öne çıkan Mijabad yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ew weke minalekî, li ber xwandina min a helbestan kete xew, hilm û henasên wê, te digot kulîlkên kerez û biyokan e, porê wê gencîneyeke zêr bû li ser palgehê belav bûbû, çemekî şîr bû bedena wê di nivîna min de herikî, min tahliya rojên xwe di hembêza wê de bingor kir, dîwarên odeya min ji ramûsanên me sincirîn, dojeheke ji bihuştê xweştir bû ew şev, lêvên min du kew bûn ew bedena har nikil dikirin, tiliyên min gayên dîn bûn ew sînga weke berfa Qeredaxê cot dikirin.
Îro min neynikê de li xwe niherî; bi dehan mûyên spî di nav porê min de xuya dikirin, gelo ez pîr dibim an jî her janek di serê min de dibe tayekî spî?! Digotin porê spî peykê mirinê ye, her weha delîlê giranî û aqilmendiya mirov e. Berf li çiyayên bilind dibare.
Kî hat û dilê te ji cixareyên xwe re kir xwelîdank ? Kî hat û dilê te ji xwe re zîn kir û giyanê te weke toza li pey siwarekî, li pey xwe hişt? Kî hat û çengek axa sar avête ser giyanê te yê vêketî?