"Eger, wek nimûne, tu saet çarê piştî nîvro bêyî, ez ê ji saet sisêyan de dest pê bikim xwe kêfxweş bibînim. Her ku saet nêzîktir bibe, ez ê jî xwe bêtir xweşbext bibînim. Saet çar, ez ê di nava xwe de bikelim û pirsan ji xwe bikim; ez ê weha jî bi rûmeta bexwerîyê nas bikim! Lê eger tu di çi wextî de beyî, ez ê nizanibim kîjan saetê dilê xwe ji ditîne re amade bikim... Rêzik û ayîn ji me re divên."