"Çi dikenî? Ya tê vegotin çîroka te ye!"
-Horatius
Heya dinya xweş ava be, wê çîrok bên gotin, bên nivîsandin û bên dubarekirin. Bê guman her civak çîrokên xwe hene, ev çîrok gelek caran civakan ji hev vediqetînin, carna jî civakan nêzî hev dikin, pireyekî di navbera wan de çêdikin. Mirovahî bi çîrokeke hevpar dest pê kir, wê bi çîrokeke hevpar bi dawî bibe..
Edebiyat jî bê guman ji çîrokên heyî welidiye, bingeha çîrokên edebî ji pirsgirêk û bûyerên civakî pêk tê.
Em werin ser çîrokên edebî yên kurdî. Wek tê zanîn edebiyata devkî li gorî ya nivîskî bêtir pêş ketiye. Sedemên vê gelek in helbet lêbelê wek sedema sereke em dikarin rewşa kurdan a xwe birêvebirinê nîşan bidin. Her çiqas giran meşiya be jî ev pêvajo, îro edebiyateke nivîskî ya xurt li ber çavê civaka xwe û hemû civakan heye.
Di edebiyata kurdî de, qasê ku min bala xwe dayê, çîroknûsî bêtir pêşketiye. Gelek çîroknûsên me yên hêja hene. Mehmet Dicle jî yek ji wan e. Herî zêde jî ev taybetmendiya Dicle bala meriv dikişîne ku ew çîrokên gelêrî û yên modern di heman demê de dikare vebêje, dikare tevlihev bike û tiştekî nû biafirîne. Mehmet Dicle, di navbera edebiyata gelêrî û ya modern de wezîfeya pireyekî dibîne. Hem çîrokên bav û kalên xwe divejîne hem jî tiştên nû diafirîne, ji pêşerojê re bingehekî datîne. Ji ber vê yekê çîroknûsiya Dicle pirr bi qîmet e.
Min Mehmet Dicle nas dikir lê qet pirtûkên wî nexwendibû, tenê nivîsên wî yên kovaran min xwendibû. Bi xêra pirtûka Narayê min ew nas kir û gelekî poşman im ku min ewqas bi derengî xist. Çîroknûsiyeke mihteşem! Bi dilekî rehet dikarim bibêjim Nara yek ji wan pirtûkên herî serkeftî yê çîrokan e di edebiyata kurdî de. Zimanekî zelal, herikbar û vegotineke hewqas ji dil!
Pirtûka Narayê ji heşt çîrokan pêk tê. Hemû jî pirr xweş bûn lê min herî zêde ji çîroka bi