Rûyê te çeleng e lêvên te gulreng
çavên te stran in lê, bê gotin û deng
çermê te spêde ye binê wî de tav
Lamên te rohelat spehî yî bê nav
Lêva te sûlava maç û ramûsan
Bi sînga te dilê min çiqas kamiran
Dilketî me, dîl im ez, dotmîr û fermandarî tu!
Sal û hîv herdem tu î, hem rovejîn hem rohilat,
Dîl im ez, dîla welatî; ez jî qurbana te me,
Gewre ye hêvîn û jîn, lê gewretir al û welat!..
"carekê kodik rijiyaye
ez çi bikim"
xwe davêjime bextê gund û bajaran
li etaran digerim
ka namûs bi çi tê firotan
patexwer bi kîjan kumê patekirî digerin
xîret û rûmet li poxanan bi çi biha ye
bi eniya me ve zeliqiye
me para xwe
ji teniya reş girtiye
xwirînî bi xwînê daqurtandin
bo firavînê goştê me bi êgir qelandin
şîva me qêrînên dayikan e
li hesargehan di şivakên bêxîretiyê de
dest davêjên namûsa wan
li paşîva hewarê hêviyên xav dane ser kefa destan
wa yê herkes li ser kêfa xwe rûniştiye
were rûnê li tenişta min
para me jî ev e
Ji me xwîn rijandin her dan
em êşa xwe bixwin dayê...
Pehîz e dil pehîz e
Dinê tarî bi zîze
Pelên daran girîn in
Cendekên wan birîn in
Gul ne xwîne bi xwîn e
Wek birîna hevîn e
Pelên daran li deştê
Qey eskerên şiketê-î
Taca keyan li ser seran çi zêrîn e
Zulfên sohrab reng agirê Zerduşîn e
Mijgul tîr in ebrû kevan Rustemîn e
Hesreta te dilê min de sed birîn e
Ji kilê sûphanî ew çav xeyîdîne
Ewrê ezmanê çavê te pir tanne,
Hêsir tên xwar li min wek şop û lehîne
Sed hezar sir û pirs te de vêşartîne
Westiyam di rêça te de tu nabîne
Gelek geriyam lê qet bersîv min nedîne
Dîlan veke rastê ji te bi hêvîme
Pir bêhalim kalê teyî qûrdîsîm e.