Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Parîsabad

Fawaz Hussain

Parîsabad Sözleri ve Alıntıları

Parîsabad sözleri ve alıntılarını, Parîsabad kitap alıntılarını, Parîsabad en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Hertişt buha dibe û ez nema dizanim xwe bispêrim kijan ocaxî an jî xwe di kijan qulê de veşêrim!
Sayfa 63 - avestaKitabı okudu
Ez dixwazim ku hêsirên min wek baraneke xurt bibarin da ku lehiyekê rakin û wê toz û wê germê bidin ber xwe, lê hêsirek çi ye ji çavên min nayê xwarê.
Sayfa 97 - avestaKitabı okudu
Reklam
Belayên ku bi serê hinan tên dikarin bibin kêfxweşî ji bo hinên din!
Sayfa 70 - avestaKitabı okudu
Ez dixwazim xwe di nav xewek deh salane de winda bikim û ji vê jiyana tewş dûr bikevim.
Sayfa 60 - avestaKitabı okudu
Kurd lîstikek in di destên mezin û piçûkan de. Ew mixabin li her derê dibin berdestê berdestan, koleyê koleyan, qelsên qelsan.
Sayfa 45 - avestaKitabı okudu
Jibîrkirin nexweşiya me ye, ew derdê me yî herî giran e.
Sayfa 17 - avestaKitabı okudu
Reklam
Lê kî li vî welatî dikare bibêje ku piştî saetekê çi ê bi serê wî bê?
Sayfa 66 - avestaKitabı okudu
Tenê wext dikare birînên dijwar bikewîne û mirovan ber bi jibîrkirinê ve bajo.
Sayfa 56 - avestaKitabı okudu
Kîn bi şêweyekî dûrî aqilan xurt bûye û wek agirê ku tu berdî nava pûş, ew her tiştî dide ber xwe.
Sayfa 26 - avestaKitabı okudu
Lê tu ji kêra dibêjî? Kero nemir bihar bê!
Sayfa 43 - avestaKitabı okudu
Reklam
Ew anuha di bihiştê de ye ji ber ku, di jiyana xwe gişi de, bavo zerara xwe negihandibû beşerê Xwedê!
Sayfa 14 - avestaKitabı okudu
Dinya jî, wek berê, wek herdem, li dora xwe digere û hayê wê ji bayê felekê tune. Ez li xwe jî matmayî dimînim ji ber ku ez ne diqîrim, ne jî bi tepan li nava serê xwe dixim.
Sayfa 12 - avestaKitabı okudu
Belê, gotina derbideriyê bi canê me Kurdan ve hatiye perçîm kirin. Ew ketiye damarên me û bûye perçeyek ji nasnameya me ya neteweyî. Em Kurd, em jibîrbûyên dîrokê û mirovahiyê ne! Xwedê tenê dizane em çend milyon in, lê em ne bi serê xwe ne û mejiyê me ne ji ba me ye. Qeder û enînivîsa me ew e ku em li ser rûyê vê erdê bigerin ta ku rojekê mirin bêje "bes e!" û dawiyekê ji kulên me re biafirîne.
Sayfa 49 - avestaKitabı okudu
Hestiyên me di nav karên nankor û zehmet de dirizin û em bi qûtê nemir û nejînê qîma xwe tînin.
Sayfa 44 - avestaKitabı okudu
Tîrêjên roja nû fermanê didin leşkerên hovîtiyê da ku ew xwe ji ser rûyê erdê bikişînin.
Sayfa 15 - avestaKitabı okudu
30 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.