Tahmini Okuma Süresi:
2 sa. 30 dk.
Sayfa Sayısı:
88
Basım Tarihi:
2004
Yayınevi:
Bajar Yayınevi
ISBN:
9789758925025
Ülke:
Türkiye
Dil:
Kürtçe
Format:
Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Gelo kê ji we Pîrhebokan hez dike?
Puan vermedi·88 syf.·
2021 41. kitabı
Silav hevalên hêja Pêşîya dest pêkirina nirxandina xwe, ez ê naskirina nivîskar Rıdvan Karaaslan bikim û dawî jî nirxandina pirtûk a wî binivîsînim. Rıdvan Karaaslan; di sala 1971 ê de li Dunaysirê(Kızıltepe) ji dayik bûye. Li zanîngeha Dicleyê, Para Dokumantasyona Tibî kuta kir.Pêşî helbestan nivîsand lê ji ber bûyerekê hemû helbesten wî ji dest çûye û dev ji helbestê berdaye dest avêtiye nivîsandina çîrokan.Di 1992'yan de koçî Îzmirê bû.Rojnameya bi navê Dokumanter û kovara bi navê Simurg derxist. Berhemên wî :Anzu, Fetuma, Pîrebok, Kengî min dest pê kir pirtûkê ez çûm zarokatiya xwe û heya qedîya jî min zarokatiya xwe de ma.Ji bo vî gelek eciband.Birastî carina kêfxweş, dilgeş bûm carina bêriya zarokatî dilê min êşand carina kêniyam, carina tirsiyam yanî hês ê min tevlihev bû heya qedinîya vî pirtûk ê. Û min dilê xwe de got nirxandina vê pirtûkê bila pirtûkê de zêdetir qala zarokatîya me bike.Ê ku bixwînin bila herin zarokatiya xwe û piçek bêriya tiştên berê bikin bawerî dikim ku hûn jî kengî bixwînin hês ê we jî piçek tevlihev be. Rojek ji rojan bû, ez bêjim sed sal hûn bêjin dused sal berê em giş zarok bûn.Dinya xema me de nebû, di tarîya sibêhê de çavên me vedibû û zîq bi zîq dora xwe dinêrîn.Li ser pêçîkên lingê xwe hêdî hedî dimeşiyan bi bêdengî dergahê hewşê vedikirin û bi lêz xwe davêtin kuçê.Êdî pirsgirêkê hêrî zêde xelas bûn çimkî em zarok bûn pirsgirêkên me jî zarok bû, heya bangê êvarê dinya ê me bû.( Heger piştî bangê êvarê hêj negihêştî malê vê gavê dinya dibû zindan :d) Pêşî diçûn nav xwelî û herîyê xar dilîstin "Ehmo were xar bilîzin lê heger ez qezenc bikim û dawî tû bigirî velle xarên te nadim te." Em heya bibetilin, biborin quna me heya xwêydan bidana em gogê dilîstin "Silo, gazî serdo û hevalên wî ke em gogê bilîzin. Vê gavê cîranê me Eyşo
Kurdî
PîrebokRıdvan Karaaslan · Bajar Yayınevi · 20044 okunma
Reklam