Hek ji Hindê, li ser lêva
Bo wê bînim, şîrê Şera
Yan jî ezman, heyvê daxim
Ji nav baxê, wan sitera
Bi van desta, ji zik derya
Ez derînim, zîv û zêra
Bûka xemgîn, dil geş nabe
Dûrî singa, şer û mêra...
Li jîne di hembêza dost û yara
Kelên gora şermezarin,gunehkarin
Bi qêrînin, bi hewar in,her êvar ber axa
Goristana tenê bêje,
Ez dibîhizim,nalenala evîndara.