Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Qîza Bavê Xwe

Bahoz Baran

Qîza Bavê Xwe Sözleri ve Alıntıları

Qîza Bavê Xwe sözleri ve alıntılarını, Qîza Bavê Xwe kitap alıntılarını, Qîza Bavê Xwe en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Lê xwendekarên me her ku rutbe li xwe blind dikirin, li wî zimanî vedibûn. Tirkî, bi wan şêrîn dihat. Zanîna ku wan di ser wî zimanî ra li xwe bar dikir, serî li wan mezin dikir.
Reklam
Dibêjin, "Em tî bûn, em birçî bûn, em tazî bûn, lê dinya xweş bû, dinya bi tehm bû, dinya bi rehm bû, lê dilê me rehet bû."
Dilê şivanî ketîye sila sergînê, rabûye heft salan di paşila xwe da gerandîye. Mêr, kerê nêrin keko, wextê ew wê sila sergînê dibînin, êdî nema bêhna tiştekî tê wan.
Digotin, kur darê li pişta bavê ye, qîz warê xelkê ye.
Hey bilbilo, te di gora bavê xwe da rîyo, min ji te ra got zûrîna guran e, rabe here binihêre mîna şêran e. Te got gulê dev jê berde govend giran e, em ê îşev li meydanê eşqê rakin û toz û dûmane.
Sayfa 79 - WardozKitabı okudu
Reklam
Zewac û zarok û çîrokên têkçûyî ne li gorî min bûn, ê min gerek ez koçer bûma, bê cî û war bûma, jîyaneka sekan ne li gorî min bû, maleka min tune bû, navmalok bûm. Li malekê dimînin însan, pêncî salan lê dimînin, pêncî salan li eynî derîyî dikevin hundir. Pêncî salan cîyê nivîna xwe naguherînin. Pêncî salan, derewan dikin, pêncî salan, îşê xwe jê nayînin û sebir dikin ji hev ra. Pêncî salan îdare dikin. Ev çi îş bû yabo? Ê min, min nedikarî ez îdare bikim. Wekî pepûkê malwêran bûm, li dû cota xwe bûm, lê min dizanî ez ê tu carî wê zevt nekim.
Sayfa 48 - WardozKitabı okudu
...hestîyekî saxlem di canê min da nehiştibû.
Go zemanê berê ,li hêla serhedê keşeyek hebûye,nerehet bûye,ziyan gihandîye gelek kesan ,radibin keysa xwe lê tînin û wî keşeyê zevt dikin ,mîr şêwra xwe dibe ber melayî jê dipirsin dibejin em çi bikin ji vî keşeyî?mela gunehê xwe pê nayîne û dibêje,bibin ji wî zinarî gêr bikin ,de mîr emir dike ,keşeyî dibin ji wî zinarî gêr dikin ,qapûtek jî li keşeyî ye ,qapûtr xwe vedike ,qapût lê dibe pereşût û keşe wekî pisîkan li ser lingên xwe disekine.evana şaş dimînin ,xeberê didin mîr ,mîr dibêje rabin melayî jî bibin wî zinarî biavêjin, radibin melayî jî dibin wir,ê melayî mesele bihîstîye dibêje gerek hûn wî qapûtî li min jî bikin ,radibin qapûtê keşeyî lê dikin ,melayê ger dikin ,rebeno qapût vedike ,xwe dibe tîne ,lê çi feyde ,ger dibe dibê terp û dimire. Haaaa!haaaa! De bibêjin haaa,mela çima mir ? (Gelo ka hûn bejin mela çima mir bersiva wê tuneye )
Sayfa 10 - WardozKitabı okuyacak
38 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.