Dilbijokî
Ji ber ku ez mêrekî dilbijok im, dibêjim
Çîya çiçikên erdê ne....
Xewna xwedê
Gava Xwedê millet û welat li hev par kirin, kurd ji bîr kirin.
Dawiya şeveke zivistanê, xwedê di xewê de dîtin
Ji xewê veciniqî û rabû, çîya çêkirin...
Çîya çi ne?
Çiya ew perçeyên erdê ne yên ku bixwazin bibin ezman.....