Ev dem demeke bênamûs e
Al, marş û axa te
Bi destên siyasetmedarên qeşmer û durû ve
Bi sloganên welatperwerî
Bi girînên sexte
Pêşkeşî bazara dagirkeran hatine kirin
Jehrên xwe bi zimanekî hingivî didin baweriyên te
Te dixapînin bi rûyên xwe yên kenokî...