ne dengek heye di navtenga şevê de
ne pariyek asîman
va ya, çîroka dûredirêj li vir
barê xwe danî
ne xwedî stran im ez
ne xwedî hewar im
gihiştim derekê ku
ne kevn heye ne nû
ne rast e lome
ne hêvî rast in
ev der
dojeha dojehê ye
xwin xwina min e ku ji xwînê ditirsim
êş êşa min e ku min get neajot
min parsa gulê nekir, min gul nefirot
min ew dîtin li bazara şehidan
bi rondikên çavan, zik birçi, jar
dilo rabe koç ke, tu ne Senfera yi
Îro tanqên wan bi nahpên pola
bi "gez-göz-arpacık"
li heytehola
mirovên min diperçiqînin
edî zanim kî mir kî ma
min reh girtiye bin axa xwe
dîrokê bi destê xwe dinivîsînim
bi çeka xwe, bi xwîna xwe