"min tu dişibandî qurnefîlekî ji qurnefîlan
ez mirovekî bê paseport im, zirav im, helbestkar im
kurê dayikeke bindest im
dizanim, peyvên min ne almastî ne
pirr diaxivim
dizanim
şoreş e, yar û neyar e, giyanê nalebar e
wê li min, li te bibe haho ye
binpêkirin e binpê dikim
ez ji te hez dikim."