Dayê Tu Megrî
Dayê em xort in xwîna me germ e
Bindest bimênin ji bo me şerm e
Ta kengî dijmin paşa li ser me?
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Îdî me navên ev reng û ev jîn
Em tev şiyar bûn Ferhad û Şêrîn
Em guh didêrin dengê Cegerxwîn
Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Cegerxwîn
Ez û Yar
Çavbeleka min ti wî
Por xelaka min ti wî
Surmeleka min ti wî
Ê dil bi kovan ez im
Surperiya min ti wî
Dêm zeriya min ti wî
Şengebiya min ti wî
Jar û perîşan ez im
Bejinbilindê ti wî
Pir gewr û rindê ti wî
Wek mûm û findê ti wî
Ê dil bi sozan ez im
Cegerxwîn