-Carinan mirov nizane bi ku de herê, li kîjan derî bixe, xwe bavêje kîjan hembêza ku bêhna mirov tu carî jê neçe.... û tu rê û derî li ber mirov venabe. Yan jî mirov naxwaze bere xwe bide her derî..
- Carinan mirov naxwaze tu tiştekî nebaş bîne bîra xwe. Mirov naxwaze qet tiştekî bîne bîra xwe ku mirov pê xemgîn dibe... Îcar e min ne carinan, ez qet naxwazim êdî tiştekî xerab bînim bîra xwe; êş, mirin, tengasi, tahdeyî, dûrbûn, tenêtî, bêxwedîbûn... Hema çi be bîra te. Lewma jî ez li Nesrîneke din digerim. Pirî caran jî dibînim; dikene, distre, araqîyê vedixwe, digere, dilbijokîyê dike, şa dibe, şên dibe... Binere, sibê yekşem e û her kes hesabê xwe û kef û ger û seyran û dilgeşîya betlaneyekê dike. Lê ez û tu li vir ji gotinan jî sar dibin. Em li cîhaneke din in, em xwe aciz dikin, em bi acizîya xwe nayên ser. Binere, min ew her du kevok jî aciz kirin.