Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Sexiştiyen Kurmanci Xorasan

Celîlê Celîl
Sêxiştîyên Kurmancî Xorasan Sêxiştî hene wisa jî li ser şerê di navbera Rûsan û eşîren Kurdên Xorasanê. "Uris hatiye nav kwîna ne Ekişînin ew bîna ne Zîwe-zîwê wan jina ne" Di nava gelî da hîn distrên stranên li ser Xanê Kelmêşî; li ser Serdar Êwez Xanê Celalî; Ceco-Xan û yên mayîn. Şerê Xanê Kelmêşî, li hemberi leşkerên şah bûye.
"Va çîyana çîyê me nîn in Merxê çîyê me heşîn in Kew li çîyê me dixwînin" "Welatê me Erzirûm e Wi çîya û gul û tûm e Heft sal in ez ji cî bûme" "Xelko can, le me çi kirin Malê me le gan bar kirin Je welatê xwe em dûr kirin" "Merxê çîyê Serhedê me Berindîrê dûr je dê me Ez umreke çav le rê me" "Tirkman hatîye nav mala ne Wan ar berdaye bîna ne Ew rehm nakin li jina ne" Sêxiştîyên Kurmancî Xorasan
Sexiştiyen Kurmanci Xorasan
Sexiştiyen Kurmanci Xorasan
Reklam
Sêxiştiyên Kurmancî Xorasan Daegerim je Berwarê Ermankêş im sewa yarê Demek rûnim le bin darê Damanê te bûtebût e
Sêxiştiyên Kurmancî - Xorasan
Du maşînçî ber ve hev wûn Keçik lawik tev li hev wûn Yêkê wi dil çav li hev wûn Duşmenê me pir kafer e Ew me ike derweder e Dereng meke, zûtir were Dutarê min, dutarê min Sîmê te zulfê yarê min Dûr ketîye nigarê min Jêrenot: maşînçî: di sêxiştê de wate kesên siwar, di roja me wateya maşînê erebe ye. kafer: kafir ike: dike dutar: saz, amûreka muzîkayê, navdar e li nava Kurmancên Xorasanê. nigar: yar, dilber Sêxiştî di nava zargotina Kurdî da, li seranserê Kurdistanê û dîyasporaya wê da hunereka pir hezkirî û belavbûyî ye. Di hin herêmên Kurdan da ji wan ra dibêjin: heyranok, dîrok, sêxiştî, sêrêzî, dîlok, manî, bend, çarîn, xweşxanên evîndarîyê û hwd.
Sexiştiyen Kurmanci Xorasan
Sexiştiyen Kurmanci Xorasan
Sêxiştîyên Kurmancî Xorasan Dutarê min yazde perde Va dilê min tiji we derd e Derdê cûdayî pir sext e Hela destan hena mekin Hûn we dar vî tewna mekin Tebîrê vî xewna mekin Dutarwano, dutarwano Dutar daye ser junyan o Ji yarê min çi nîşan o Jêrenot dutar: saz, amûreka muzîkayê, navdar e li nava Kurmancên Xorasanê. Sêxiştî di nava zargotina Kurdî da, li seranserê Kurdistanê û dîyasporaya wê da hunereka pir hezkirî û belavbûyî ye. Di hin herêmên Kurdan da ji wan ra dibêjin: heyranok, dîrok, sêxiştî, sêrêzî, dîlok, manî, bend, çarîn, xweşxanên evîndarîyê û hwd.
Sexiştiyen Kurmanci Xorasan
Sexiştiyen Kurmanci Xorasan
100 öğeden 21 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.