Sêxiştîyên Kurmancî
Xorasan
Dutarê min yazde perde
Va dilê min tiji we derd e
Derdê cûdayî pir sext e
Hela destan hena mekin
Hûn we dar vî tewna mekin
Tebîrê vî xewna mekin
Dutarwano, dutarwano
Dutar daye ser junyan o
Ji yarê min çi nîşan o
Jêrenot
dutar: saz, amûreka muzîkayê, navdar e li nava Kurmancên Xorasanê.
Sêxiştî di nava zargotina Kurdî da, li seranserê Kurdistanê û dîyasporaya wê da hunereka pir hezkirî û belavbûyî ye. Di hin herêmên Kurdan da ji wan ra dibêjin: heyranok, dîrok, sêxiştî, sêrêzî, dîlok, manî, bend, çarîn, xweşxanên evîndarîyê û hwd.