Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Seyf-ul Milûk û Bedî-ul Cemal

Siyahpoş

Seyf-ul Milûk û Bedî-ul Cemal Hakkında

Seyf-ul Milûk û Bedî-ul Cemal konusu, istatistikler, fiyatları ve daha fazlası burada.
10/10
1 Kişi
2
Okunma
1
Beğeni
778
Görüntülenme

Hakkında

Çîroka Seyf ul-mulûk wek Leyla û Mecnûn an Ûsiv û Zuleyxa çîrokek erebî ye, li ser serpêhatiya çûyîna Seyf ul-mulûk a Serendîbê (adaka ku Adem cara pêşî ji bihiştê hatiye û lê danîye). Siyehpûş ew çîrok bi kurmancî û bi nezim nivîsiye ku li gelek ciyan meriv xwe di serpêhatiyên di çîrokên hezar û yek şevê de hîs dike. Bi teşeyê mesnewî û di navberan de jî bi xezelan xemilandî ye. Xezelê wî yên serbixwe jî hene
Yazar:
Siyahpoş
Siyahpoş
Tahmini Okuma Süresi: 7 sa. 56 dk.Sayfa Sayısı: 280Basım Tarihi: Aralık 2011Yayınevi: Nûbihar Yayınları
ISBN: 9789750005343Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak
Türler:
Reklam

Yazar Hakkında

Siyahpoş
SiyahpoşYazar · 2 kitap
Siyehpûş an Siyahpoş yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e.[1] Helbestvanê kurmancînivîs ê herî pêşî yê li navçeya Silîvan Siyehpûş e. Di nav gel de ji ber karakterê Kurmanciya Silîvkî jê re Siyapoş an Siyahpoş jî dibêjin ku bi Farisî bi maneya reşpêçayî, reşgirêdayî, reş li xwe kirî ye. Heye ku ew bi xwe jî ji bona lihevkirina beşavendan (qafiye) carina Siyehpûş û carina jî Siyahpoş bi kar anîbe. Li gora agahdariyên ku muderis Mele Hadî efendî dide me, “Siyehpûş berî ku were Silîvan li gelek cîhan geriyaye; li ba aliman, li ba mîrekan û hwd. Pêşi tê Hekkariya, dû re dibihîze ku alim û mîrekên mezin li Farqînê hene, ew jî tê Farqînê. Li gor texmînan 20-25 saliya xwe da hatiye Silîvan. Demek dirêj li Kurbeytê dimîne û li wê derê meletiya gund dike. Di helbestên wî de, di wêjeya wî de, mirov dizane ku Siyehpûş alimekî mezin e.” Li gora ramana wî Siyehpûş 137 sal berê di 1868 de hatiye Silîvan. Li Silîvan danûstandina wî bêtir bi Ferhoyê Izêr axa re çêdibe. Ferho (Ferhan) axa bi mêraniya xwe bi nav û deng bû. Qesra Ferho li Kevanê Kêrê (Qêre) ser pozê Kanîgulanê bû. Di şerê berxwedana xwe ya li dijî Osmaniyan a sefera ser Kurdistanê de têkçû, hate qefaltin û li qazox xistin. Ferho axa rojek ji Siyehpûş dipirse, dibêje “Siyapoş rast bêje ez yekî çawan im?” Siyehpûş di ber xwe de dibişire, bersîv nadê. Ferho axa cara dudiyan jê dipirse. Hingê Siyehpûş dibêjê “Axayê min xweş axa ye, lê qûna wî qûna qazoxa ye.” Mixabin ku paşiyê jî wek wî dertê. Ev gotina wî hê jî di nav zanyarên dînî yên Silîvan de digere. Di pey de Siyehpûş diçe Bexdayê. Siyehpûş di nav mela û xwendayên medresê yên Silîvan de naskirî û hezkirî ye; xezel û perçe şi’rên wî ji ber tên zanîn û xwendin. Dastana wî ya bi navê Seyf ul-Mulûk di nav melayan de tê zanîn. Nusxeyek jê li ba meleyek ku dinasim hebû, lê ji bona dîtina wê mêrik doza zêran dikir. Bi qasî ji zimanê wî yê di Seyf ul-mulûk û hin helbestên wî têdigihêm; zaravayê wî ji kurmanciya Botan-Badînan-Hekarê bêtir li ser ya xeta Silîvan û Îranê, li gelek ciyan jî bi terkîb û telafuzê ji Kurdî bêtir li ser Farisî diçe. Kurmanciya wî fereh e, felsefeya wî ya tesewiya îslamî û kûr e, zanîna wî ya gelemper bilind e, hunermendiya wî ya şi’r û edebiyatê bi hêz e. Çîroka Seyf ul-mulûk wek Leyla û Mecnûn an Ûsiv û Zuleyxa çîrokek erebî ye, li ser serpêhatiya çûyîna Seyf ul-mulûk a Serendîbê (adaka ku Adem cara pêşî ji bihiştê hatiye û lê danîye). Siyehpûş ew çîrok bi kurmancî û bi nezim nivîsiye ku li gelek ciyan meriv xwe di serpêhatiyên di çîrokên hezar û yek şevê de hîs dike. Bi teşeyê mesnewî û di navberan de jî bi xezelan xemilandî ye. Xezelê wî yên serbixwe jî hene M. Reşît IRGAT pirtûkek piçûk ji “çend xezel û helbest”ên wî pêkhatî di nav weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 1999 de, Celîlê CELÎL jî “SEYFUMULUK” a wî li Wien (Viyana) di 2000'î de weşandine.